Li Cizîrê qirkirina siyasî: Derî hatin şikandin, êşkence hate kirin

Li Cizîrê di operasyonên qirkirina siyasî de êşkence hate kirin. Di serdegirtinan de derî hatin şikandin, kincên neteweyî hatin desteserkirin. Her wiha hevdîtina girtiyan a bi parêzeran hate qedexekirin.

Polîsên tîmên taybet ên Tirk doh serê sibehê avêtibûn ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê û malan û di dema serdegirtinan de derî û pace şikandibûn. Li navçeyê di serdegirtinê de pirtûk, kompûter û dolab hatin belavkirin.

Li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr û gundê Dîrseklkî di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Mesût Nart, dayika rêvebera HDP'ê ya Navçeyê Yasemîn Çikmaz a li jêrzemînên Cizîrê hate qetilkirin Esmer Çikmaz, Osman Kuçuk, Marûf Elîş, Şerîf Elçeoglû, Bûrhan Dalmiş, Ahmet Benzer, Zelîha Yardak û Alî Ogûr hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û 24 saetan qedexe li ser wan hate danîn ku nikaribin parêzeran bibînin.

Di serdegirtina mala Ahmet Benzer de kincên neteweyî yên kurê wî û flama hatin desteserkirin.

Di serdegirtina mal Bûrhan Dalmiş de jî tundî li dayika wî Behiye Dalmiş kirin. Hat ragihandin polîsan pihîn li pişta Dalmiş xistin û êşkence lê kirin.