Li Cizîrê nerazîbûna li dijî êrişa polîsan: Em ê tirsa dilê we bin!

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan da ku serê sibehê li hemberî rêxistina wan a Cizîrê hate kirin û got, "Em ê tirsa dilê we bin."

Polîsên Tirk îro serê sibehê êriş birin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê.

Polîsên tîmên taybet derî şikandin û teror kirin. Polîsan depoya avê şikandin, av rijandin û di heman demê de li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr û gundê Dîrsekliyê avêtin ser malan.

Di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesûr Nart, dayika rêvebera HDP'ê Yasemîn Çikmaz a li jêrzemînên Cizîrê hate qetilkirin Esmer Çikmaz, Osman Kuçuk, Marûf Elîş, Şerîf Elçîoglû, Haci Dalmiş, Ahmet Benzer, Zelîha Yardak û Alî Ogun hatin destgîrkirin.

Destgîrkirina 9 rêveberên HDP'ê li navçeyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Parlamenterên HDP'ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Silopiyayê û gelek kes di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rengekî "hovane" êriş li ser avahiya HDP'ê ya navçeyê hatiye kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdûllah Gungen got, "Gelê Botanê, gelê Kurd wê li hemberî van polîtîkayên qirêj serî netewîne. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê ji têkoşîna xwe ya azadiyê venegerin."

ÎMÎR: EM Ê TIRSA DILÊ WE BIN

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî destnîşan kir ku her êriş wan hîn bêhtir xurt dike û got, "Heta ku desthilatdariya AKP'ê li Botanê weke partiyeke tenê ji tabelayê pêk tê bibe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê tirsa dilê we bin."

OZGUNEŞ: TÊKOŞÎNA ME WÊ HETA DAWIYÊ DEWAM BIKE

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî destnîşan kir ku ew alîgirê azadiyê û azadiya gelan e û got, "Têkoşîna me wê heta dawiyê dewam bike."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û dirûşmên "Bi zextan nikarin bi me", "Bijî berxwedana Botanê" û HDP gel e gel li vir e" hatin qîrîn.

Li avahiya HDP'ê ya Cizîrê wê ji fitarê û pê ve ji bo sê rojan çalakiya rûniştinê pêk were.