Li Cizîrê û Enqerê gelek kes hatin destîgkirin -NÛ BÛ

Li Enqerê û Cizîrê bi çarçoweya operasyonên siyasî gelek kes hatin destgîkirin û di nav wan de rêveberên HDP'ê û DPB'ê jî hene.

Vê sibehê polîsên Tirk li Cizîrê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û 9 kes destgîrkirin.

Kesê ku hatine destgîrkirin; Rêveberê DBP'ê Faysal Kolan û Emîn Kar, rêveberê berê yê HDP'ê Agît Malgaz, Suleyman Çagdavul, Mehmet Şerîfoglu, Mehmet Bakî Îgdî, Hacî Halef, Vetha Kolanç û Abdurrahman Çakir jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin.

Kesên ku hatine destgîrkrin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, tê gotin kesên ku hatine destgîrkirin dibe ku zêdetir bin.

ENQERE

Li Enqerê jî sibehê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û gelek kes desetgîr kirin, ku di nav wan de rêveberên HDP'ê jî hene.

Navê kesên ku hatine destgîrkirin wiha ne: Rêveberê bajêr ê HDP'ê Denîz Akîl, Sevgî Kîşîn Sazan, Asrin Sunduz Keleş, Alî Başpenîr, Kenan Akin û Banû ya ku paşnavê wê diyar nebû.