Li Cizîrê 2 kes hatin destgîrkirin

Li Cizîra Şirnexê Kiyaseddîn Kalkan û Ercan Oguz hatin destgîrkirin.

Li navçeya Cizîrê di destê sibehê de polisan avêtin li ser malan û 2 ciwan destgîr kirin.

Operasyonên destgîrkirin û girtinê yên li hemberî HDP'ê didomin. Îro di destê sibehê de polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê avêtin li ser malan û endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê Ercan Oguz û welatiyê bi navê Kiyaseddîn Kalkan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" destgîr kirin. Kalkan, piştî îfade dayîna li dozgeriyê hate berdan. Ogûz hê jî li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê destgîr kiriye.