'Li Cizîr û Bradostê 4 leşker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn'

HPG'ê ragihand, li herêmên Cizîr û Bradostê di çalakiyên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"18'ê Adarê saet 9'an hêzên me li dijî tabûra Milê Gurya ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeper û avahiyên dijmin ên li nava tabûrê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus 3u haw avêtin mintiqeya Girê Hermo û Geliyê Hewlerê.

Hêzên me li herêma Bradostê ya li nava Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker ku lê derketibû operasyonê çalakiyek kirin. Roja 19'ê Adarê saet 16:30'î li yekîneyeke dijmin a li ser girê Masîro hate xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

19'ê Adarê saet 21:00, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên kobra û balafirên şer bombe li herêmên Tepê Zêra û Stuna yên navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin. Piştre hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa skosky daketin mintiqa Tepê Zêra û dest bi operasyonê kirin.

19'ê Adarê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada Çemço ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."