Li Cizîr-Botanê 'xwerêveberî' dikeve meriyetê
Cizîrî-Botanî bi biyar in ku AKP'ê nas nekin û xwe bi xwe birêve bibin.
Cizîrî-Botanî bi biyar in ku AKP'ê nas nekin û xwe bi xwe birêve bibin.
Piştî ku AKP'ê dawî li şer anî û polîtîkaya şer xist meriyetê, gel dest bi îlanên xwerêveberiyê kir. Li navçeya Şirnex Cizîrê, gel qedexe kir ku leşker bikevin nava taxan. Ji bo bi cih anîna projeyên xwe jî gel ket nava tevgerê.
Tevî taxên Nûr, Yafes, Cûdî, Sûr û Konakê yên Cizîrê li 10 taxên cuda ciwanan bend danîn, xendek kolandin û nobedê digirin. Hevserokên Meclîsa Bajêr û rûspiyên herêmê ji ANF'ê re axivîn.
'EM Ê TI SAZIYÊN SER BI AKP'Ê VE QEBÛL NEKIN'
Endamê Yekîneya Ciwanan a Însiyatîfa Gel a Taxa Nûrê da xuyakirin ku li Cizîrê li ser bingeha xweparastina li hemû taxên xwe xendek kolane û bi sedan ciwan wezîfedar kirine. Endamê Yekîneya Ciwanan diyar kri ku ew ê êdî rê nedin polîtîkayên çavtirsandin û zextê yên polîsên hikûmeta AKP'ê û got, "Ti bendewariyeke gelê me ji saziyên dewletê û AKP'ê nîne. Gelê me xwedî li ciwanên xwe derdikeve û ji bo pêşeroja zarokên xwe bi biryar e ku nehêle polîs û leşkerên zordar bixin qadên xwe yên jiyanê. Tevî helwesta bi berpirsyarî û samîmî ya R^ber Apo, hikûmeta AKP'ê xwestiye vîna gelê Kurd tine bike. Heta azadiya Rêber Apo me biryar dane ku ti saziyeke dewleta AKP'ê rewa nebînin."
'NE DEWLETÊ, EM AKP'Ê NAS NAKIN'
Hevserokê Meclîsa Bajêr Mehmet Tûnç da xuyakirin ku îlana modela xwerêveberiyê rewşeke nû nîne û destnîşan kir ku wan bi deklerasyonekê di Newroza 2005'an de îlana xwerêveberiyê kiribûn.
Tûnç anî ziman ku êdî gelê Kurd biryara xwe rêvebirinê wergirtiye û got, "Gelo DAIŞ di nava polîsan de heye? Kî bi vê dizane? Çete hene? Kî dizane? Hêza paralel heye? Kesek nizane. Li Kurdistanê bi taybetî li Cizîrê nediyare ku kî kê bikuje. Lewma heta ku ev derdorên xwe berdane nava dewletê ji holê bên rakirin, me li dijî vê derdorê biryar stendine. Biryara me şaş tê fêmkirin an jî tê xwestin bê berevajîkirin. Me negot em dewletê nas nakin; em saziyên di bin rêveberiya hikûmeta AKP'ê de ne, nas nakin. Ev sazî; çi qeymeqamî, çi qalîtî, çi polîs bin. Em ê ti saziyên ser bi hikûmeta AKP'ê yên gelê me tine dihesibînin nas nekin. Em ê weke gelê Cizîr-Botanê xwe bi rêve bibin, rêxistinbûyîna xwe ava bikin, aboriya xwe, parastina xwe bi xwe bikin. Di çarçoveya daxwazên gelê xwe de em ê tevbigerin."
'WEKE OLDARAN EM DESTEKÊ DIDIN ÎLANA XWERÊVEBERIYÊ'
Rêveberê DIYADER'ê Mele Seîd da xuyakirin ku hovîtiya li Kurdistanê tê kirin, ti eleqeya xwe bi Misilmantî, bi însantiyê nîne û destnîşan kir ku aliyê herî zexel ê rejîma AKP'ê ew e, ku zilmê di bin navê Misilmantiyê de dike.
Mele Seîd diyar kir ku Erdogan ê di hilbijartinê de Kuran rakir û digot, 'Me ji bo Kurdan bi zimanê kurdî Kurani Kerîm amade kiriye û got, "Tuyê li aliyekî zarokan qetil bike, li aliyê din jî rabe di ser pîrtûka pîroz re hewl bide siyasetê bike. Lê belê di serî de gelê Botanê êdî ti mirov wê vê qebûl neke. Erdogan bi navê Serokkomariyê ti mirov nehiştiye ku gef lê nexwariye. Serokkomarekî gefê li gel dxiwe, fermana şewitandina xwezayê, kuştina mirovan dide. Lê ev gel êdî vê qebûl nake. Ji ber vê yekê li Cizîrê ev 20 roj in gel nahêle dewlet nêzî qadên jiyanê bibe. Lewma gel ji heft heta heftê salî rabûye ser piyan. Weke alimên olî em heta dawiyê destekê didin biryara gelê Cizîrê ku hemû saziyên hikûmeta AKP'ê red dike."