Li Çiyayê Şengalê helwesta yekpare ya li dijî PDK'ê

Sazî, dezgeh û cemaetên cuda yên herêma Şengalê bi xwepêşandan û daxuyaniyek hevpar helwesta xwe ya li hemberî êrîşan nîşan dan û bang li raya giştî ya cîhanê kirin, ku bêdeng nemîne.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên komên çete yên girêdayî PDK’ê ku di 3'ê Adarê de li ser Xanesorê pêk hatin, di nava civaka Êzidiyan de pêl bi pêl belav dibe. 

Îro jî gelek sazî û cemaetên ji nêrînên cuda, bi înîsiyatîfa xwe li ser Çiyayê Şengalê xwepêşandanek lidar xistin. Di xwepêşandanê de nûner û rêveberên Mala Êzidiyan, Qasim Şivan ku di fermana 73’yan de serkêşiya komek berxwedanê dikir, Koma Ciwanên Êzidî, şêniyên gundê Kersê, Serdeştê, Kolka, Borik, Şerfedîn û oldarên êzidî yên cemaetên cuda amade bûn. 

'CIVAKA ÊZIDÎ BIRYARA XWE DIDE'

Di çalakiyê de ku derdora hezar kes beşdar bûn, pankartên wekî, “3’yê heyva 8 a 2014’an êzidî hatin qetilkirin, di 3’yê heyva 3’yan de jî êzîdi di nava siyasetê de hatin qetilkirin”, “Êzidiyan rizgar bikin, komkujiyan bisekinîn”, “Ji dîktatoriyê re na, ji desthilatdariyê re na, ji azadî û îradeya gelê êzîdî re erê”, “Gel cihê biryarê ye gelê êzidî biryara xwe dide” hatin vekirin. 

'DIVÊ ÊZIDÎ RABIN SER PIYAN'

Di destpêka çalakiyê de Oldar Mam Şekîr axivî û wiha got: “Hêviya me ji Êzidiyan ew e ku rabin ser piyan û berxwedanek mezin nîşan bidin. Ev komên tên Êzdîxanê, ne ji bo parastinê tên, lê ji bo komkujiya gelê Êzdîxanê tên. Lewma divê Êzidî yekîtî û tifaqa xwe çêbikin. Em di jenosîdekê re derbas bûn, divê ev jenosîd bê naskirin. 

Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li hemberî êrîşên komên çeteyan piştgiriya me bike. Em bang li Serokwezîrê Iraqê Ebadî dikin û dibêjin; 'Di dema xwe de me ewqas Şîa li van çiyan parastin, lê hûn çima niha bêdeng in?"

Oldar Xizmetkar Fadil jî anî ziman ku li hemberî van êrîşan herkes bêdeng e û got; "Ji ber ku em kurd in herkes bi ser me de tê." 

'BÊDENG NEMÎNIN'

Piştre li ser navê girseyê Feysel Ebdo bi zimanê erebî daxuyaniya hevpar xwend. Ebdo wiha axivî: 

"Divê li hemberî tiştên bi serê Êzidiyan hatine bêdeng nemînin. Gelê Êzidî di jenosîdan re derbas dibe, pêwîste ev bê dîtin û naskirin. Em bang li hêzên navneteweyî û raya giştî dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin."

Piştî daxuyaniyê nûnerên cemaetan nêrînên xwe anîn ziman. Piştî axaftinan jî girse ber bi Meclîsa Avakar a Şengalê ve dest bi meşê kir. Meş didome.