Li herêma Çarçela ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Tirk tevî piştgiriya helîkopteran dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de, di navbera gerîla û leşkeran de şer derket.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, helîkoptereke bi tîpa Skorsky, duh serê sibehê saet di 05:00 de dema hewl dida leşkeran deyne ser girekî li Çarçela, bû hedefa gerîla. Helîkoptera ku derb ji gerîla xwar, nekarî leşkeran deyne û ji herêmê çû.
Gerîlayên HPG/YJA Starê vê şevê jî li girekî ku leşker lê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hat tespîtkirin, vê vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin.
Danê vê sibehê jî, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hewl da leşkeran deyne ser girekî li vê herêmê. Gerîlayan li vê helîkopterê jî dan.
Li vî girê ku berê leşker lê hatibû danîn, di navbera gerîla û leşkeran de şer derket. Di şer de leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Tirk ji duh û vir ve bê navber bombeyan li herêma operasyonê dibarînin.
Tê gotin, şerê li herêmê hê jî dewam dike.