Li Bokan hêzên rejîmê bi çifteyan êrîşî xwepêşanderan kirin

Piştî hefteyek ya xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekariyê bi awayek hovane êrîşî xwepêşanderan dikin.

Navenda Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand, rejîma dagirkeriya Îranê li Bokan bi çeka nêçîrê ango çifte êrîşî xwepêşanderan kirin.

Çavkaniyek li Bokan ragihand, xwepêşandanên welatiyan li Bokan roja şemiyê li kolana Muntehî ber bi qada fermandariyê ve destpê kir, lê xwepêşander rastî êrîşên hêzên ewlekariyê hatin û şer derket.

Li gorî çavkaniyan hêzên ewlekariyê parçe saçmeyên mezin bikaraniye û di encamê de hêjmarekî ji xwepêşanderan kor bûn, hêjmarek din jî birîndar bûn.

Ji niha ve li Bokan rewşa ne asayî ragihandiye û hêzên ewlekariyê hemû kolanên bajêr girtine.