Li Binarê Qendîlê şehîdên Zergelê hatin bîranîn

Li Binarê Qendîlê bi merasîmekê şehîdên komkujiya gundê Zargelê hatin bîranîn.

Di 1'ê Tebaxa sala 2015'an de balafirên şer ên artêşa Tirk a digirker gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 10 kesan jî birîndar bûn. Bi boneya salvegera komkujiyê îro li gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê bi merasîmekê şehîdên komkujiyê hatin bîranîn. Bi dehan kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen axivî û got: "Di kesayetiya şehîdên Zergelê de, hemû şehîdên rêya azadiya gelê Kurd bibîrtînin. Ji bo me erke ku her sal van şehîdên xwe bîr bînin."

Li ser navê KCK'ê jî Zagros Hîwa peyamek da û wiha got: "Dahakên vê serdemê ji bo desthilatdariya xwe yên nerewa berdewam bikin, destên xwe têxin nava xwîna Kurdan, enfal û komkujiyan dikin. Li ser vê xaka pîroz bajar û gundên Kurdan wêran dikin. Gelê Kurd jî berdewam li dijî wan di nava berxwedan û serhildanê de ye. Di yekemîn salvegera komkujiya Şengalê de, êrîş kirin li ser Qendîl û Zergelê. Xwestin ku tola xwe ji gelê Qendîlê bistînin. Niha ji şervanên azadiyê û zarokên her çar parçeyên Kurdistanê li paytexta terorîstan derdora çeteyên DAIŞ'ê girtiye. Tola Şengal, Kobanê û Zergelê distînin. Erdogan dîn û har bûye. Ji bo Reqa bi destê Kurdan azad nebe hemû rêyan bi kar tîne. Ji bo vê yekê jî niha êrîşî Efrînê dike."

Hîwa herî dawî wiha got: "Em heta tola şehîdên Zergelê û hemû şehîdên Kurdistanê hilînin, wê têkoşîna me berdewam bike. Li ser vî bingehî sozê Kurdistana azad û demokratîk didin ku dawî li siyaseta dagirkerî û komkujiyan bînin. Hemû enfal û kiryarên faşîstane yên li ser gelê Kurd bi dawî bikin."

Her wiha li ser navê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Seîd Xalid jî axivî û got:"Erkê hemû hêz û şoreşgerên Kurdistanê ye ku xwedî li şehîdên Zergelê û Qendîlê derkevin. Ji ber ku xelkê Qendîlê her tim xwe li hemberî êrîş û dijmin girtiye. Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê di qonaxên dîrokî re derbas dibe. Dewleta dagirker a Tirk û hevkarên xwe li hemû aliyekê di nava tevgerê de ye ji bo derbeyê li gelê Kurd bide. Ji bo vê yekê ji li Bakur, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê di nav pîlanan de ye. "