Li Binarê Qendîlê sala 45’an a PKK’ê tê pîrozkirin

Bi tevlîbûna sedan şêniyên Binarê Qendîlê sala 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê tê pîrozkirin.

Li gundê Bokirîskan ê Binarê Qendîlê bi tevlîbûna sedan şêniyan sala 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê tê pîrozkirin.

Li qadê alên PKK, HPG, KJK û wêneyê şehîdên pêşeng ên PKK’ê Mezlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Egîd, Diyar Xerîb, her wiha wêneyê sembola Şoreşa Rojhilat û Îranê Jîna Emîn û dîsa wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel û Bêrîvan Zîlan û gerîlayên demê cuda şehîd bûne hatin hildan.

Şahî îsal bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana gerîla salvegera damezirandina PKK pîroz be’ hate pîrozkirin. 

Peyama PKK’ê jî hate xwendin û ev hate gotin: "Dewleta Tirk hemwext êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistan dike, ji bo destketên bi xwîna şehîdan hate bi destxistin tine bike, gerîla li ber li dijî vê di nava têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de ye.

Metirsiyên mezin li ser destketiyên Başûrê Kurdistan hene, eger pîvanên PKK li ser ava bûye esas bê girtin, ti hêz nikare me û destketiyên me tine bike.

Pêwîste gelê me tevlî Pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî bibe, bi gerîla re bibe yek, bi yek hêz û yekgirtî li dijî dagirkeran raweste Kurdistanê azad bike.

Sala nû bikin sala azadiya Rêber Apo, statuya azadî ya Gelê Kurd mîsoger bikin."

Di pîrozbahiyê de peyama Tevgera Azadî hate xwendin û salvegera PKK’ê hate pîrozkirin: "Gelê me ji dîrokê ve gelek têkoşer û xwe ragire."

Di dewama daxuyaniyê de qala berxwedana gerîla hate kirin û hate gotin, "Gerîla parazvanên gelê Kurd e."

Li qadê bê navber dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” têne qîrîn.

Piştî peyaman govend li ber stranên şoreşgerî tê gerandin.