Li Binarê Qendîlê peykerê Diyar Xerîb hate danîn

Li Binarê Qendîlê bi merasîmekê perde li ser peykerê Diyar Xerîb (Helmet) hate rakirin.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb, tevî hevrêyên xwe Devran û Şahîn di 5'ê Tîrmeha 2019'an de ji ber êrişa hewayî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû.

Ji bo Diyar Xerîb ku bi navê Helmet dihate naskirin, îro li Binarê Qendîlê merasîmek ji bo bîranînê hebû.

Li gundê Îndzêy ê Binarê Qendîlê bi merasîmekê perde li ser peykerê Diyar Xerîb hate rakirin. Perdeya li ser peyker ji aliyê Dayika Diyar Xerîb Sediye Nazim ve hate hilanîn.

Bi navê malbata Diyar Xerîb birayê wî Rizgar Xerîb axivî û spasiya beşdaran kir. Rizgar Xerîb sala 43'an a têkoşînê ya PKK'ê li her kesî pîroz kir û bang kir ku têkoşîna şehîd Diyar Xerîb û hevrêyên wî hîn bêhtir bê xurtkirin.

Serokê rêxistina Darko Elî Qadir li merasîmê axivî û diyar kir ku Diyar Xerîb bi têkoşîna xwe bû semboleke neteweyî û bi hezaran şagirtên Apoyî li pey xwe hişt.

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mehmed Hesen jî destnîşan kir ku Qendîl bi têkoşîna Şehîd Diyar Xerîb serbilind e.