Li Binarê Qendîlê kesekî ji ber qezayê jiyana xwe ji dest da

Li Binarê Qendîlê kesê bi navê Ebdil Wehîd Şêx Ehmed Hisên ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Di 7’ê Tîrmeha 2019’an de li gundê Pirdeşal ê girêdayî Binarê Qendîl kesê bi navê Ebdil Wehîd Şêx Ehmed Hisên di encama qezayekî de jiyana xwe ji dest da.

Dema dixwest varîla mazotê lehim bike varîl teqiya û agir girt bedena wî.

Ev hemwelati karên melatî dikir. Di heman demê de cihê xwe di nava komîteya çareserkirina pirsgirêkên gel de digirt. Piştî bûyerê kesên li derdorê xwestin Mele Ebdil Wehîd xilas bikin.

Piştî tefandina agir mela Ebdil Wehîd birin nexweşxaneya Hewlerê. Lê bele ji ber şewata zêde jiyana xwe ji dest da. Merasîmê taziya mela Ebdil Wehîd di 8’ê mehê de dest pê kir.

Gel û xizmên Ebdil Wehîd Şêx Ehmed Hisên serdana merasîmê kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Di heman deme de Tevgera Azad ya Binarê Qendîlê serdanî merasîmê kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Mele Ebdıl Wehîd yek ji welatparêzên Başûrê Kurdistaniyê ye ku di demen dawîde heqîqeta li dijî dijmin sekinandin naskir û bi rihekî welatparêzî xwe pêş xist û tevlî çalakiyên li dijî dagirkeriyê bû. Herî dawî ji bo komkujiya Kortekê de nerazîbûna xwe anîbû ser ziman.