Li Binarê Qendîlê amadekariyên ji bo pêşbirkên sporê

Li Binarê Qendîlê amadekarî ji bo pêşbirkeke berfireh a sporê re tê kirin. Pêşbirk wê 5'ê Tîrmehê dest pê bike.

Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê wê di 5'ê Tîrmehê de Tûrnûvayeke Futbolê û Maraton bê lidarxistin.

Şaredariya Binarê Qendîlê jî piştgiriya pêşbirkê dike.

Komîteya Amadekar a Tûrnûvayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gorî daxuyaniyê, ne tenê ciwanên li Binarê Qendîlê, her wiha yên li tevahiya Başûrê Kurdistanê dikarin beşdarî tûrnûvayê bibin.

Lewma ji doh ve qeyda beşdaran dest pê kiriye û kesên dixwazin li pêşbirkê amade bin heta 5'ê Tîrmehê dikarin qeyda xwe bikin.

Komîteya Amadekar ji bo beşdariyê bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir.