Li Bestayê operasyon û bomberdûman

Li Şirnexê li herêma Bestayê operasyona ku bi tevlêbûna leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin  hefteyek e didome, herêm ji hewayê ve tê bomberdûmankirin.

Operasyona artêşa Tirk a ku li herêma Bestayê ya Şirnexê di 4’ê Mijdarê de dabû destpêkirin, hê jî didome. Gelek leşker û cerdevan tevlî operasyonê bûne û her dem leşker sewqî herêma operasyonê tên kirin. Tanka bi palet û kepçe jî birine qada operasyonê û li hin cihan şer çêdibe.

Di heman demê de helîkopterên ku ji Şirnexê radibin û SÎHA herêmê bomberdûman dikin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk li hemberî hêzên gerîlayan nikarin bi pêş ve biçin û herêmê ji hewayê ve bomberdûman dikin.