Li Berlînê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li paytexta Elmanya Berlînê pîrozbahî hat lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat organîzekirin, li Oranîenplatzê hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Li ser navê Komîteya Amdekar Rênas Efrîn axaftina vekirinê kir.

Li ser navê PYD’ê Adnan Osê jî mafê axaftinê girt û got: “Em dema kelecana salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz dikin, ji Berlînê silav ji YPJ û YPJ’yiyan dikin ku li Rojava li berxwe didin.”

Piştre li ser navê Kurdîsche Gemaînde Berlîn-Brandenbûrg Huseyîn Taşan jî bi bîr xist ku ji roja ragihandina şoreşa 19’ê Tîrmehê ve zêdetirî 10 hezar şehîd dane û îşaret pê Peymana Lozanê kir û got: “Em li dijî peymana qirkirinê ku sed sal berê hat kirin, dengê xwe bilind dikin.”

Li ser navê Dîe Lînke Hakan Taş axaftinek kir û wiha got: “Rizgariya Rojava, rizgariya mirovahiyê ye. Weke ku em hemû dizanin qehremanên me bi şerekî giran DAÎŞ’ê têk birin. Em mînattarê şehîd û birîndarên xwe ne.”

Hakan Taş bal kişand ser ku çeteyên DAÎŞ’ê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê dijîn û got: “Kurdan tevî Erdogan jî faşîzmê li Rojava têk bir.”

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.