Li Behdînanê nêzî 80 kes hatin destgîrkirin

Li Behdînanê piştî berxwedana li dijî dagirkeriyê, 80 kes hatin destgîrkirin.

Li Başûrê Kurdistanê piştî ku gelên Dihok, Behdînan, Şêladiz û Dêralokê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dest bi berxwedanê kiribûn, hêzên asayîşê nêzî 80 kesan destgîr kir. Rojnameger, çalakger û siyasetmedar jî hatine destgîrkirin.

Endamê Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran (METRO) Guhdar Zêbarî goT ku endamên partiyê serbest hatine berdan lê yên ku tevlî berxwedanê bûne, hatine destgîrkirin. Zêbarî diyar kir ku heqaret li kesên destgîrkirî hatiye kirin.

3 endamên Tevgera Nifşê Nû, Hevserokê Herêma Behdînanê yê Tevgera Azadî û çend endamên wê jî hatine destgîrkirin.