Li Bêgirê bi dehan siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin

Li navçeya Bêgir a Wanê, bi dehan siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin ku endamên Meclîsa Şaredariyê jî di nava wan de hene.

Li navçeya Bêgir a Wanê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malên siyasetmedarên Kurd. Di serdegirtinê de bi dehan kes hatin binçavkirin ku nasnameya 20 ji van hate tespîtkirin.

20 kesên navborî ev in: "Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mehmet Kaplan, rêveberên HDP'ê Cesîm Ak, Abdûrrahman Karabalik, endamên Meclîsa Şaredariyê Mûstafa Karataşli, Mehmet Kûşçû, Kamûran Bekîroglû, Şeref Alîm, Ekrem Karagulle, Bekîr Karabalik, Mesût Menteş, Îdrîs Çolak, Feyyaz Karabalik, Dîlan Karabalik, Ozgul Bîçer, Ûgûr Demîr, Mahmût Çolak, Metîn Sari, Metîn Çikar, Dogan Başak û personelê şaredariyê Cengîz Yilmaz."