Li Bedlîsê bi hinceta 'avaniya birîsk e' bi ser HDP'ê de girtin

Li Bedlîsê bi hinceta ku 'avaniya birîsk e' polîsan bi ser HDP'ê de girt. Ekîbên hilweşandinê derî û pencereyên avahiya HDP'ê jêkirin.

Bi Biryarnameya Serokkomariya Tirk li Bedlîsê li çar taxan bi hinceta 'avaniya birîsk e' bi qasî 700 avahî ji hêla polîsan ve bi zorê têne valakirin. Walîtiyê teblîg şandibû ku heta yekşemê 17:00'an avahî werin valakirin lê efnafan kargehên xwe bernedan. Serê sibehê polîs şandin ser kargeh û malên ku weke 'birîsk' hatibûn ragihandin.

Li herêma ku weke herêma 'birîsk' hatî ragihandin îro polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Bedlîsê de girt, ekîbên hilweşandinê derî û pencereyên avahiya HDP'ê rakirin. Partiyiyên ku hatin avahiya HDP'ê helwest nîşan dan, di navbeyna HDP'ti û ekîbên hilweşandinê de nîqaş çêbû. Piştî nîqaşê polîs ji avahiya HDP'ê derketin û kolan dorpêç kirin.