Li Bedlîsê 17 cenaze têne sekinandin

Cenazeyên 17 kesan ku tê îdakirin ên HPG’yiyan in û li Tetwanê jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê têne sekinandin.

Cenazeyên 17 kesan ku tê îdîakirin di operasyona leşkerî ya artêşa Tirk de di navbera 28’ê Adarê û 6’ê Nîsanê de li Tetwan a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane û HPG’yî ne, li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetqwan û Bedlîsê têne sekinandin.

Piştî ku 28’ê Adarê li 7 gundên Tetwanê ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin, hatibû îdîakirina ku di encama operasyona hewayî de 12 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dabû û yek jê jî bi saxî hatibû girtin. 

Dîsa hatibû îdîakirina ku li heman herêmê 5’ê Nîsanê bi operasyonekê 6 HPG’yiyan jiyana xwe dest daye. Cenazeyê Ersîn Ersay ku di operasyona navborî de jiyana xwe ji dest dabû, 6’ê Nîsanê ji hêla malbatê ve hatibû teşîskirin, anîbûn Wanê û li goristana Yenîmahalle hatibû veşartin.

Di herdu operasyonan de cenazeyên 17 kesan li Nexweşxaneya Tetwa-Bedlîsê ya Herêma Rahva têne sekinandin.