Li Bedlîsê 11 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin

Li Bedlîsê 11 kes hatin binçavkirin. Navên kesên ku hatin binçavkirin jî diyar bû. 

Li Bedlîsê Polîsên Tirk bi ser malên siyasetmedarên Kurd de girtin û  wekîlê Hevserokê DBP’ê yê Bedlîsê Ercan Gûzelkaya, Reveberê DBP’ê A.Samet Aşut, Reveberê HDP’ê navçeyê Şeref Gûnerî, Rojnemevan Ugur Yilmaz, Hevserokê Navçeya Tatvanê Aydin Tulay, Reveberê HDP’ê yê Kewn Aydin Calp, Gulîstan Ozdemîr, Gûlhan Gûlûbardak, Reveberê DBP’ê yê Xîzanê Îsmaîl Çoban û Endemê HDP’ê Mehmet Çetîn hatin binçavkirin.  

Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê.