Li Bazîdê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Bazîd a Agiriyê li girê li ber qereqola Ayzekê çalakiyek kirin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 20'ê Nîsanê saet di 14:10'an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li girê li ber qereqola Ayzekê çalakiyek kirin. Derbên giran li yekîneya dijmin a li ser gir hate xistin û di enamê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û êvarê saet di 20:00 de leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li bargehên xwe vegeriya.

3'ê Adara 2020'an, artêşa TC a dagirker li qada Heşetê ya herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê bêencam ma û yekîneyên operasyonê xwe ji herêmê vekişand. Sibeha 14'ê Nîsanê hêzên dagirker li qadên Nûman û Kenala yên herêma Bestayê careke din dest bi operasyonê kirin. Ev operasyon jî heman rojê bêencam ma.

14'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker li qadên Girê Çolya û Gundik Remo yên Çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonê kir. 15'ê Nîsanê bi şev balafirên artêşa TC a dagirker bombe li qada Gundik Remo barandin. Operasyon hîn jî dewam dike. Ji ber operasyonê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

20'ê Nîsanê saet di 19:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qada Kanî Sarkê ya herêma Garê û qadên Silêman, Mamreşo û Dola Şîvê yên herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."