Li Başûrê Kurdistanê şervanên QSD’ê Hisên û Germiyanî hatin veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hisên (Navdar Kerkûkî) li Kerkûkê cenazeyê şervanê QSD’ê Zerdeşt Germiyanî (Bekir Îbrahîm) jî li navçeya Kelar a Germiyanê bi merasîmekê hatin veşartin.

KERKÛK

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hisên (Navdar Kerkûkî) ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li goristana taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Di merasîmê de li ser navê Komîteya Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Hadî Emer axivî û wiha got; “Şehîd Mihemed di oxira armancek pîroz de şehîd bû. Gelê Kurd deyndarê şehîdane, ji bo vê divê em soz bidin armanca peyama şehîdan pêkbînin. Şehîd Mihemed di Berxwedana Rumetê ya Rojavayê Kurdistanê de şehîd bû. Ciwanên Kurdistanê bi xwîna paqij sînorê nava Kurdistanê de rakirin.”

Piştre Namo Kerkûkî peyama Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê xwend û wiha tê gotin; “Şehîd Navdar di dema xwe de endamê komeleya me bû, bi rihekî fedekar tevlî kar û çalakiyan dibû. Hertim pêşengê ciwanên welatparêz bû. Piştî dewleta Tirk a faşîst bi çeteyên xwe ve êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir, şehîd Navdar nekarî ji dûr bibe temaşevan. Ji bo vê biryar da bi awayek pratîkî tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibe.”

Mamê şehîd Rehman Elî di merasîmê de axivî û got; “Şehîd Mihemed şehîdê hemû gelê Kurd û mirovahiyê ye. Em bi şehadeta wî serbilindin.” Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin bi dawî bû.”

Mihemed Hesen ê bi nasnav Navdar Kerkûkî, piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir, tevlî berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê bû. Şehîd Navdar di 27’ê Cotmeha 2019’An de li Serêkaniyê şehîd bû.

GERMIYAN

Cenazeyê şervanê QSD’ê Zerdeşt Germiyanî (Bekir Îbrahîm) ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bibû li navçeya Kelarê ya Germiyanê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ cenazeyê şervanê QSD’ê Zerdeşt Germiyanî ji bajarê Silêmanî ber bi navçeya Kelar a Germiyanê ve hate oxirkirin. Piştî ku cenaze gihiştre Kelarê destpêkê birin mala malbata wî û piştre ber bi goristana gundê Berlut ve hate birêkirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre peyamên Malbatên Şehîdan, Nûnertiya Rojavayê Kurdistan û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatin xwendin.

Li ser navê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê Mesûd Hiso axivî û got;"Weke em hemû dizanin li Rojavayê Kurdistanê dagirkeriyek dijwar tê meşandin. Vê ji wiha kir ku Heval Zerdeşt û hevalên xwe bi sedan kîlometreyan derbas bikin û xwe bigihînin qada şer û azadiyê, ji bo parastina xala Rojavayê Kurdistanê bikin. Tişta ku Heval Zerdeşt pêk anî, li dijî qirkirina gelê me û dagirkeriya welat erkek nîştimanî û neteweyî bû."

Piştre li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Hewrê Cebar wiha axivî;"Ji bo parastina destkeftiyên Kurdan û ji bo xwîna şehîd Zerdeşt û hemû şehîdan vala neçe, divê kongreya neteweyî pêk were. Bir ruhê şehîd Zerdeşt û hemû şehîdên Kurdistanê em ê riya xebatê asûde bikin."

Herî dawî li ser navê malbatê Mela Ehmed axivî û got;"Şehîdbûna zarokên me em pîroz dibînin. Ji ber ku di riya azadiya welat û Kurdbûnê de bû. Pêwîste şahadeta heval şehîd Zerdeşt bibe havênî aştî û aramiya nava mala Kurdan. Ji bo dijmin bibe dersek ku Kurd xwedî kesên wiha qehreman û jêhatîne. Amadene ji bo xaka xwe canê xwe feda bikin."

Piştî axaftina cenazeyê Şehîd Zerdeşt bi dirûşmeyên'Şehîd namirin', 'Şehîd Zerdeşt namirin' spartin axê.

Şehîd Bekir Îbrahîm (Zerdeşt Germiyanî), di sala 1992’an de li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ji dayîk bûye. Piştî dewleta Tirk a dagirker êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, di Tîrmeha 2019’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di 27’ê Cotmehê 2019’an de li Serêkaniyê di encama şerê dijî leşkerên Tirk û çeteyên Tirkiyeyê de şehîd bû.