NÛ BÛ-Li Başûrê Kurdistanê raperîna gel: Li Ranya 6 kes hatin qetilkirin

Hate ragihandin ku di çalakiyên protestoyî yên li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê de 6 kes ji aliyê hêzên asayişê ve hatin qetilkirin, 103 kes jî birîndar bûne. Ji bo 80 kesên birîndar pêwîstiya lezgîn bi xwînê heye.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyî yên li dijî hikûmetê berfeireh dibin. Li Ranyayê  hêzên asayîşê êrîşî gel kir. Di êrîşê de 6 kes hatin qetilkirin û herî kêm 103 kes jî birîndar bûn. Ji bo 80 kesên birîndar jî banga lezgîn a xwînê hate kirin.

Li Ranyayê çalakiyên ku duh destpêkirî îro jî domiya. Bi hezaran kesan çûn li ber avahiyên PDK û YNK’ê û nerazîbûnên xwe diyar kirin. Çalakiyên li bajêr hê jî didome.

Çalakiyên li Silêmanî, Helepce, Koyê, Kifrî, Qeladizê, Xûrmal, Avreze, Çemçemal, Teqteq, Şarezûr, Warma û Akrê ku duh destpêkirî di roja 2’emîn de didome. Di encama êrîşa hêzên asayîşê de bi dehan kes birÎndar bûn.