Çalakiyên li Başûrê Kurdistanê zêde dibin
Li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên gel ên ji bo îstifakirina hikumetê zêde dibin. Hêzên Asayîşê jî êrîşî gel dikin.
Li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên gel ên ji bo îstifakirina hikumetê zêde dibin. Hêzên Asayîşê jî êrîşî gel dikin.
Parlamenterê Herêma Kurdistanê Rabûn Mehrûf li Silêmanî hate binçavkirin.
Ji ber êrîşên hêzên asayîşê jî gelek kes di xwepêşandanan de birîndar bûn.
GERMIYAN
Li bajarê Kifrê yê Germiyanê, welatiyan rêya navbera Kifrê û Kelarê li trafîkê girtin. Welatî bi dirûşma "Reform bi mafyatî û firotina axê nabe" daketin qadan û polîtîkayên şaş ên hikumetê şermezar dikin.
Çalakger dibêjin, "Em doza mafê xwe dikin, doza kar û nanê xwe dikin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin."
Hêzên Asayîşê li bajarokê Kifrê gule li girseya gel reşandin ku ber bi avahiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve dimeşiyan.
Li Kifrê avahiya Eniya Tirkmen, li Koyê avahiya qeymeqamtiyê û avahiya PDK'ê hatin şewitandin. Di bûyeran de ji ber êrîşa hêzên asayîşê 3 kes birîndar bûn. Tê gotin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye, lê agahiyên di vî warî de zelal nebûn.
SILÊMANÎ
Li Silêmanî, ji danê vê sibehê ve hêzên asayîşê û polîsan cihê Bazarê û kolana Mewlewî girtin ji bo nehêlin xwepêşandan bên lidarxistin. Bi sedan polîsî dor li cihên ku duh çalakî lê hatin lidarxistin girtin.
Police fire tear gas in the main Mawlawi Street in Sulaymaniyah as anti @Kurdistan government protests continue across the Kurdish region #Iraq pic.twitter.com/B6olVu53lH
— Fazel Hawramy (@FazelHawramy) December 19, 2017
Tevî vê yekê jî şêniyên Silêmanî daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin. Lê belê hêzên asayîşê dest li xwepêşandêran werdan û 3 kes birîndar kirin.
PARLAMENTER HATE BINÇAVKIRIN
Di vê navberê de Parlamenterê Herêma Kurdistanê Rabûn Mehrûf li Silêmanî hate binçavkirin.
Mehrûf ku parlamenterê serbixwe ye, di heman demê de endamê Tevgera Nifşê Nû ye.
Hat ragihandin, parlamenter Rabûn Mehrûf li avahiya asayîşê tê girtin.
RANYA
Li navçeya Ranya ya Silêmanî, gel bi dirûşma "Bila desthilatdarî hilweşe" danê sibehê daket qadan. Çalakgeran dan xuyakirin ku ew ne tenê daxwaza elektrîk, av û mûçeyan dikin, di heman demê de dixwazin ku hikumet îstifa bike. Çalakî di roja duyemîn de dewam dikin.
HEWLÊR
Li navçeya Koyê û bajarokê Teqteqê yên Hewlêrê jî, gel danê sibehê herikî qadan. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, avahiya qeymeqamtiya Koyê hatiye şewitandin. Li navçeya Koyê, di xwepêşandanên protestoyî de 3 çalakger birîndar bûn û avahiyên 3 partiyan hatin şewitandin.
Xwepêşandêran danê sibehê avahiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekgirtû û qeymeqamtiyê şewitandin. Di dewama çalakiyan de avahiya partiya Tevgera Goran jî hate şewitandin.
Deafening gunfire as Kurdish security forces try to push back the protesters in Koya. For 2 days people across Kurdish region have staged protests to condemn @Kurdistan for corruption, failure to pay civil servant salaries and provide few hrs of electricity in this cold weather pic.twitter.com/9r24KfdaJU
— Fazel Hawramy (@FazelHawramy) December 19, 2017
Hêzên ewlekariyê êrîşî girseya gel a li ber avahiya qeymeqamtiyê kirin û fîşekên plastîk li gel reşandin. Ji ber êrîşê 16 xwepêşandêr birîndar bûn ku rewşa sê ji wan giran e. Li navçeyê, aloziya navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê dewam dike. Tê gotin, hêzên asayîşê ji bo girseya gel ji hev belav bike guleyan lê direşînin.
Li Koyê û Teqteqê xwepêşandanên protestoyî dewam dikin. Tê gotin, gel dest daniye ser avahiya şaredariyê û ofîsa Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK).
HELEBÇE
Çalakgerên li Helebçeyê derketin qadan, li ber avahiya YNK'ê li hev civiyan. Hêzên asayîşê dor li girseya gel girtin û ji bo çalakger ji hev belav bibin, dest li wan werdidin.
Li Xurmal, Çemçemal û Axcelerê çalakger daketin qadan.
Çalakgerên li Xurmalê li hev civiyan, lastîk şewitandin û hikumetê şermezar dikin.
Ji ber êrîşa hêzên asayîşê li Axcelerê 2 kes birîndar bûn.
AKRÊ
Li navçeya Akrê ya Duhokê, mîna gelek herêmên Başûrê Kurdistanê gel ji bo protestokirina polîtîkayên hikumetê daket qadan. Hêzên ewlekariyê ji bo pêşî li xwepêşandanên protestoyî bigirin êrîşî gel kirin û 2 xwepêşandêr kirin binçavan.
BEREYA DEMOKRATÎK A GEL DESTEK DA
Bereya Demokratîk a Gel, li ser xwepêşandanên protestoyî yên girseyî ku ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê îstifa bike tên lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Bereya Gel de hat gotin: "Ev xwêpeşandan encama daxwazên rewa yên gel in. Desthilatdariyê guh nedaye daxwazên gel û vê jî rê li ber çalakiyan vekiriye."
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca xwepêşandanan avakirina jiyanek azad û aram e û wiha hat domandin: "Em weke Bereya Gel piştgiriya van daxwazên gel dikin û diyar kirin ku em di nava têkoşînê de ne ku ev daxwazên gel bên pêkanîn. Em jî xwe wekî beşek ji vê têkoşînê dibînin."
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê hate kirin: "Em bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê dikin ku bi şîdetê bersiv nedin xwepêşandanan û rêya çareseriyê peyda bikin. Yên şîdetê bikar tînin desthilatdar in, ne gel e. Bûyerên ku derdikevin jî di encama şîdeta desthilatdaran de çêdibin."
QELEDIZ
Li bajarokê Qelediz ê Silêmaniyê xwepêşanderan bi wesayîtan nava bajarok geriyan, polîtîkayên hikûmetê protesto kirin.
Li Qeledizê xwepêşanderan bi dehan wesayîtan li nava bajêr tûr geriyan, polîtîkayên şaş ên hikûmetê, gendel û kirîzên aboriyê protestokirin.
Hêzên asayişê êrîşî çalakgeran kirin, gelek kes binçavkirin.