Li Başûrê Kurdistanê qesreke serdema Mîttanî hate dîtin

Li Başûrê Kurdistanê bi kêmbûna avê ya ji be ziwatiyê re qesreke ji dema Mîttanî hate dîtin.

Hewa germ û ziwatiya li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku av kêm bibe. Li gorî nûçeya CNN bi kêmbûna avê re qesreke emrê xwe 3.400 sal e hate dîtin. Arkeologên Kurd û Elman der barê mijarê de ketin nava liv û tevgerê.

Avahiya kevnare li sîteya Kemûnê hate dîtin û ji ber bendava Mûsilê di binê avê de mabû.

Piştî ku ava çem sala 2010'an hinekî kêm bû qesrê hinekî xuya kir, lê belê ji bo lêkolînê av hîn zêde bû.

Arkeologê Kurd Hasan Ahmed Qasim ji bo bermahiyên serdema Bronz got, "Yek ji keşfên herî girîng ên arkolojîk e salên dawî ye."

Li gorî nûçeya CNN International li herêma ku qesr lê ye wê demê Mîttanî serdest bûn. Bi rêya vê keşfê der barê Mîttanî de ku qraliyeteke Rojhilata Navîn a kêm tê zanîn e, wê hîn bêhtir agahîn bên wergirtin.