Li Başûrê Kurdistanê komploya navdewletî hate şermezarkirin

Li Başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina kompoya navdewletî ya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li bajarên Başûrê Kurdistanê Silêmaniye, Hewlêr, Derbendîxan, Ranya û Kelarê bi pêşengiya Komîteya Ji Ocalan re Azadî, bi dirûşmeya, “Tecrîda li ser Rêber Apo li pêşiya azadiya gel asteng e” komploya navdewletî hate şermezerkirin.

Di çalakiyan de daxuyanî hatin dayîn û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin, “Armanca tecrîdê bêbandorkirina gelê Kurd e. Her wiha tecrîk li dijî destkeftiyên gelê Kurd êrîşek e.”

Di serî de CPT, bêdengiya saziyên navdewletî yên pêwendîdar hate şermezarkirin û hate gotin ku wê têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiya Rêber Ocalan bê navber bidome.

Çalakî bi dirûşmeyê, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Azadî ji bo Ocalan’ bi dawî bû.