Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê erd hejiya-NÛ BÛ-

Li Başûrê Kurdistanê bi pîleya 7,2 erdhej pêk hat. Li Şarezûrê kesekî jiyana xwe ji dest da û li Derbendîxanê jî 50 kes rakirin nexweşxaneyê.

Erdheja bi pîleya 7,2 a li Bexdayê bû sedema mirin û hilweşandinê.

Hat ragihandin kul i Şarezûrê ya Silêmaniyê kesekî jiyana xwe ji dest daye û li Derbendîxanê malbatek di bin kavilan de maye. Li Derbendîxanê li gorî daneyên fermî 50 kes rakirine nexweşxaneyê.

Li Xaneqînê ya Diyanayê jî birîndar hene lê hejmar nehate zelalkirin. Li Helepçe û Xurmalê jî birîndar hene, lê hejmara wan tam nehatiye zelalkirin.

Li Duhok, Kerkûk û Hewlêrê tu kes birîndar nebûne. Li Silêmaniyê jî tu agahiyeke fermî nehate kirin. Li Şengal û Mexmûrê jî erdhej hate hîskirin lê tu hilweşandin pêk nehatiye û kes birîndar nebûye.

Li Rojhilat li Kirmanşan, Sinê û Ûrmiyeyê û li Kantona Cizîrê ya Rojava jî erdhej hate hîskirin.

Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê li Şirnex, Mêrdîn, Batman, Meletî, Amed, Wan û gelek bajaran erdhej hate hîskirin.