Li Başûrê Kurdistanê boykot mezin dibe

Hîndekarên li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber ku nikarin mûçeyê xwe werbigirin dest bi boykotê kirin.

Tevî ku hikumeta Bexdayê ji bo dayina mûçeyan bi rêk û pêk budçeya Herêma Kurdistanê dişîne, mûçeyên karkerên cemaweriyê nayê dayin. Ev jî dibe sedema nerazîbûnê.

Rojên dawî li gelek sketoran grev û boykot heye.

Hîndekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê dest bi kar nekirin û boykot dan destpêkirin.

Hîndekar û personelên zanîngehê daxuyaniyek dan çapemeniyê û boykot ragihandin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku mûçeyên wan tavilê bêne dayin.

Ji destpêka hefteyê ve li navçeya Koyê ya Hewlêrê, Silêmaniye, Germiyan û Îdareya Raperînê li gelek navçeyan bi sedan karker û mamoste ji ber ku nikarin mûçeyên xwe bistînin çalakiyên boykotê dikin.

27'ê Adarê Wezareta Maliyeyê ya Iraqê ji bo personelên cemaweriyê yên li Herêma Kurdistanê dixebitin budçeyek ji 200 milyar dînarî veqetandibû û ji Wezareta Maliyeyê ya Herêma Kurdistanê re şandibû.

Li Herêma Kurdistana Federal bi taybetî nelirêtiya kronîk bi salane dibe sedem ku gel dakeve qadan.