Li Başûrê Kurdistanê bertekên li dijî dagirkeriyê berfireh dibe

Komîsyona Hemahengiya Çep a Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişa dagerkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK şermerzar kir û bang li partî û rêxistinên Kurdî kirin ku helwesteke zelal nîşanî dagirkeriyê bidin.

Komisyona Hemahengiya Çep a Kurdistanê, li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk bi tûndî hat şermezarkirin û hat gotin, “Bê helwestiya hikûmeta Herêm û Iraqê ya li beramberî êrişan wek lewaziya wan bi nav dikîn. Pêwîste her du hikûmet xwedî li berpirsyartiyên xwe derkevin, erkên xwe yên fermî yên ji bo parastina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê bicih bînin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê xwestin Netewên Yekbûyî û welatên serdest li dijî destwerdanên dewleta Tirk helwest nîşandin ku ev êriş û destwerdan dibin sedema têkdana aramiya herêmê.

Her wiha tê gotin, pêwîste hikûmeta Tirk bi rêyên siyasî û demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike, ji berku gelê Kurd wê dest ji mafên xwe yên rewa neberde.

Di dawiyê de jî bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî tê kirin li dijî destwerdan û dagirkeriya Tirk helwestek zelal nîşandin.

Partiyên ku îmze avêtine binê daxuyaniyê evin; Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û Tevgera Demokratîk a gelê Kurdistan.