Li Başûrê Kurdistanê beriya hilbijartinê binpêkirin zêde bûn

Li Başûrê Kurdistanê beriya hilbijartina 12’ê Gulanê binpêkirina mafan zêde bûn. Di nav 15 rojan de 716 bûyerên binpêkirina mafan hatin destpêkirin.

Iraq û Başûrê Kurdistanê 12’ê Gulanê diçine hilbijartinan. Paralelî propagandayên hilbijartinê binpêkirnên mafan jî zêde bûn.

Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl a Silêmanî rapora binpêkirinan a 15 rojan par ve kir.

Endamê Federasyonê Îmad Hemîd daxuyaniya çapemeniyê da û got di nav 15 rojan de wan 716 caran binpêkirina mafan tespît kirin.

Her wiha hate gotin deh qenalên TV’yê û organên çapemeniyê 486 caran yasaya hilbijartinê binpê kirine. Hate gotin partiyan jî di propagandayên hilbijartinê de 230 caran yasa binpê kirine.