Li Başûrê Kurdistanê 3 partiyan ji bo hilbiljartinê tifaq kirin

Tevgera Azadî, Bereyî Gel û Lîsteya Nifşê Nû ragihandin ku wê bi lîsteyeke hevpar tevlî hilbijartinên Iraqê û Başûrê Kurdistanê bibin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re, hewldanên partiyên siyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê zêde dibin.

Tevgera Azadî, Bereyî Gel û Nişfê Nû ji bo hilbijartinên Iraqê û Başûrê Kurdistanê tifaq kirin. Nûnerên her sê partiyan li Ramada Otelê ya li Silêmanî daxuyanî dan çapemeniyê û ragihandin ku wê bi lîsteyeke hevpar tevlî hilbijartinan bibin.

Ji Tevgera Azadî Tara Hisên, ji Bereyî Gel Aram Kerkûkî û ji Nişfê Nû jî Aram Seîd tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civîna çapemeniyê de nûnerên her sê partiyan li ser armanca tifaqa xwe bersiv da pirsên rojnamevanan.

Hat ragihandin ku ev tifaq wê ji bo siyaseta Iraqê û Başûrê Kurdistanê rê li ber rewşeke nû veke.

Hilbijartinên Giştî yên Iraqê wê 12'ê Gulana 2018'an bên kirin.