Li Başûr starta ‘Em dagirkeriyê têk bibin Kurdistanê biparêzin’ destpê kir

Bi pêşengiya Însiyatîfa Demokratîk a Gel pêngava ‘Em dagirkeriyê têk bibin Kurdistanê biparêzin’ ji bo piştgiriya pêngava KCK’ê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê hate ragihandin.

Di saetên êvarê de li Sekoy Azadî ya li Silêmaniyê bi pêşengiya Insiyatîfa Demokratîk a Gel, pêngava ‘Em dagirkeriyê têk bibin Kurdistanê biparêzin’ li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê hate ragihandin.

Gelek çalakvan, rewşenbîr, nûnerên partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê di dema ragihandina pêngavê de amade bûn.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilindkirin û pankartên “kelûpelên Tirkî boykot bikin”, “Dagirkeriyê têk bibin” û “Li dijî faşîzmê têbikoşin” bilind kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîta Amadekar a Pêngavê Herêm Mehmud ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Îro Başûrê Kurdistan di jêr metirsiya dagirkerî û ji destdana tevayî destkeftên gelê Kurdistanê de ye. Ji bona wê divê em tev bi hev re bi yekîtiya netewî li dijî dagirkeriyê rawestin. Divê em dagirkeriyê têkbişkînin û Kurdistanê biparêzin. Di roja me ya îro de ev pîroztirîn erke, divê em li beramberî gelê xwe, xaka xwe û destkeftiyên xwe pêkbînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema dewleta Tirk a dagirker hewla dagirkirina Başûrê Kurdistanê dide, ti cudahiyê naxe nava gelê Kurd û gelên din ên li Kurdistanê. Ger di qirkirina gelê Kurd de biserkeve, bê guman wê hemû gel û netewên din jî qir bike. Ji bona wê divê gel û netewên din ên li Kurdistanê mil bidin milê gelê Kurd û li dijî dagirkeriyê rawestin û welatê xwe bi parêzin.

Di daxuyaniyê de bang li rewşenbîr, hunermend, nivîskar û rojnamevanan jî hate kirin û hate gotin, “Bibin wijdana zindî ya civakê, rolê şoreşgerî, welatparêziya xwe li dijî dagirkerî û desthilata paşverû bilîzin û pêşengiyê ji hişyarkirina civakê re bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî bi pênc xalan armanca pêngavê û karên ku werin kirin hate rêzkirin.

Xalên ku hatin rêzkirin wihane:

1- Sîstem û tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin rasterast peywendiya xwe bi hewildanên dagirkeriya rejima faşîst a Tirk û sîstema sermayedarî ya cihanî ve girêdaye. Ji bo wê bêy azadiya Rêber Apo, têkşikandina dagirkeriya li ser Başûr û parçên din ên Kurdistanê, wê aşitî çênebe û pirsgirêka Kurd çareser nebe. Ji bo wê rêya herî kurt a çareseriyê diyaloga raste rast li gel Rêber Apo ye. Ji bo diyalogek rasteqîn pêkwere pêwîste Rêber Apo azad bibe. Di vê çarçoveyê de ev pêngav pêngava têkbirina dagirkerî, pêngava azadiya Rêber Apo û pêngava parastina welat e.

2- Heta têkbirina hemû hewildanên dagirkeriyê wê ev pêngav berdewam bike. Pêngavek seferberiyê ye. Hemû çalakiyek girseyî û demokratîk bi rewa û erkê xwe dizanin. Di vê çarçoveyê de wê nexşerêyek ya kar û çalakiyan were danîn.

3- Parastina li welat û destkeftên gelê me hem mafek rewa hem jî erkek netewî û olî ye. Ev maf û erk ne tenê li ser milê yek alî û yek çînê ye, belku erk û mafeke li ber tevayî tak, çîn, beş, partî, rêxistinên medenî û hemû pêkhateyên civakê û netewên din ên li Kurdistanê ye. Ji bo wê bejdarîkirina li vê pêngavê hem erkek pîroz hem jî mafek rewa ye.

4- Ev pêngav wê di hemû aliyên aborî, siyasî, civakî, çandî, ragihandin û parastinê de li dijî dagirkeriyê were meşandin.

5- Ya ku serkeftina vê pêngavê mîsoger dike yekrêzî û yekîtiya netewî ya demokratîke. Ji bona wê beşek giring a vê têkoşîna me wê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya demokratîk were veqetandin.