Li Başûr ecacoka tozê: Bi sedan kes nexweş ketin

Li Başûrê Kurdistanê ji ber ecacoka tozê bi sedan kes nerihet bûn û ev kes birin nexweşxaneyan.

Ecacoka tozê li Başûrê Kurdistanê bandoreke neyînî li ser jiyanê dike. Ji ber ecacoka tozê bi sedan kes nerihet bûn û ev kes birin nexweşxaneyan.

Midûriyeta Gişrî ya Tendirustiyê ya Hewlêrê diyar kir ji roja Înê û heta niha 222 kesan ji ber ku nekarîne bêhnê bistînin, serî li nexweşxaneyan dane.

Hate diyarkirin bi tenê li Duhokê 162 kesan serî li nexweşxaneyan dane.

Midûriyeta Giştî ya Tendirustiyê ya Silêmaniyê diyar kir 4 jê zarok 11 kesan serî li nexwşxaneyan dane.

Li Kerkûkê jî 206 kesan ji ber nekarîne bêhnê bistînin, rakirine nexweşxaneyan.