Li Basanê haziriya serdema nû

Basan ev 29 sal in bi hevkariya dewlet-axayan tê rêvebirin. Namzetê HDP'ê Mehmet Emîn Kiliç got, ''Êdî em ê dawî li vê bînin'' û got ew haziriya serdema nû dikin.

Namzetê şaredariyê yê HDP'ê Mehmet Emîn Kiliç ku di hilbijartina bihurî de bi 45 dengan  şaredarî  ji dest HDP'ê standin, diyar kir ku vê carê ew ê li Basanê bi ser bikevin.

Kiliç got ew ji bo ku xeyalên xwe li Basanê bi cih bîne hatiye. Kiliç 1976'an li gundê Şerkaniyê yê Basanê jidayik bûye, dibistana seretayî û navîn qedandiye û lîse jî li medreseyan xwendiye. Kiliç ku ji bo zanîngehê çûyî Şamê ya Sûriyê, ji îlahiyatê mezûn bû û vegeriya cem malbata xwe. Kiliç ku bavê sê zarokan e, weke gelek kesan, rûyê tehl ê dewletê dema ku gundê wan bi destê dewletê tê valakirin dibîne. Kiliç dibêje, ''Em jî neçar man ku biçine gundekî ewletir  ê Basan. Wê demê derdê me ji xwendinê zêdetir debara malê bû. Diviya ez bixebitiyama û debara malê min bikira. Dema ku gundê me hatî şewitandin û valakirin ji bilî kincên li ser me, bêyî ku em tiştekî li gel xwe bibin em neçar man ku ji gund derkevin. Ne wiha hêsan bû ku mirov ji serî de malekê ava bike. Bi malbatî em diçûne berhevkariya bindeqan.''

LI NEXWEŞXANÊ, GUN TV'YÊ

Piştî ku dizewice li Amedê bi cih dibe, 15 salan li nexweşxaneya dewletê berpiryariya muhasebyê dike. Kiliç beriya ku bibe karmend jî û piştre jî xebatên partiyê dike, ji karê xwe berdide û li GUN TV'yê bernameya ''Gulîstana Delal' dide. Heta ku tv tê girtin 5 salan karê xwe didomîne.

Kiliç niha jî bûye namzetê şaredariyê yê HDP'ê yê Basanê û dibêje, ''29 salan şaredariya wan ji hêla hine dî ve hatiye rêvebirin, pergala axatiyê tê domandin. Me xwest ku sincê partiyê bibim vê navçeyê ku heta niha bi destê pergalê xwîna wê hatiye mêtin û li paş hatiye hiştin. Vê carê em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Em diznain ku gelê me jî ji me hêvîdar e.''


EM Ê DAWÎ LI SILTANIYA 29 SALAN BÎNIN

Kiliç got heta niha ji bo Basanê ti xebateke jidil nehatite kirin û got, ''Me têra xwe ked neda gelê Basanê. Em bi rexnedayin nêz dibin. Gelê Basanê li benda HDP'ê ye, em ê dawî li rêveberiya axa ya 29 salan bînin. Em ê nîşanî wan kesan bidin ku bi tiştên ji ber wan dimîne ji wan weye ku xizmetê ji gel re dikin, bê ka şaredartî divê çawa be.''