Li baregeha leşkerî ya Kerkûşê 4 çete hatin kuştin

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser baregeha leşkerî ya Kerkûş a Diyalayê û şûnde, şer bi dawî bû.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi wesayîta bombebarkirî ya li ser baregeha leşkerî ya Kerekûşê û şûnde, şerê destpê kirî bi dawî bû. Di şerê danê sibehê destpê kirî û saetên şevê bi dawî bûn de 4 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên hatin girtin 2 ji çeteyan xwe teqandine.

Di êrîşa bi wesayîta hammer a zirxî hate kirin de, hat diyarkirin ku fermandarekî asta jor a artêşa Iraqê miriye. Piştî ku şer dijwar bû artêşa Iraqê hêza teqwiye xwestibû.

Baregeha Kerkûşê dikeve navbera Beldirûz û Mendelî yên ser bi navçeya Xaneqîn ya parêzgeha Diyalayê. 8 km ji Mendele dûre.