Li Baneyê êrîşa dewletê: Kolberek hate kuştin

Hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên dewleta Îranê şeva 15'ê Mijdarê êrîş birin ser kolberan. Di encamê de kolber Celal Heyderyane yê ji bajarê Dîwandereyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniyê di şeva 14'ê Mijdarê de jî li heman herêmê di êrîşa hêzên Îranê de kolber Yadgar Rehîmî hatibû kuştin û kolberek jî birîndar bû.