Li Bane kolberek hat kuştin û 2 kolber birîndar bûn

Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êriş birin ser kolberan. Di encamê de kolberek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber bêkarî û hejariyê neçarî kolberiyê hatine kirin her rojê dibin armanca êrişên hêzên Îranê.

Duh li ser sînorê Hengejal ê bajarê Bane hêzên Îranê komek kolber kirin armanc. Di encamê de kolberekî bi navê Fireydûn Muhemedî (33) xelkê gundê Guwîzlî ji lingê xwe bi giranî birîndar bû. Ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneya bajarê Bane.

Heman rojê hêzên Îranê li nêzî gundê Sersûl a herêma Çomanê gule li komek kolberan reşandin. Ji ber vê gulebaranê kolberê bi navê Adil Elîpûr (19) jiyana xwe ji dest da û kolberek din bi navê Yasîn Emînpûr (40) jî bi giranî birîndar bû.