Li bakur cerdevan, li Başûr 'pêşmerge' ye

Diyar bû hin kesên ku li Çelê ya Colemergê û Êlkê ya Şirnexê cerdevan in, bi PDK'ê re li hev kirine û her wiha li Başûr statûya 'pêşmerge'yan dane wan.

Derkete holê gelek kesên ku li Colemerg û Şirnexê cerdevaniyê dikin ev 6 meh in derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, bûne 'pêşmerge' û ji wir meaş distînin.

Li gorî agahiyên xwecih 300 cerdevan bi çarçoweya peymana di navbeyna PDK'ê û Tirkiyê de derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, bi navê 'pêşmerge'' tevlî nav operasyonan dibin. Cerdevanên ku meha bihurî tevlî operasyonên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bûne, meha bihurî di nav hêza PDK'ê de cih girtine ku şandibûn herêma Garê. Tê gotin ev kes li Tirkiyê meaşê cerdevaniyê digrin, li Başûr jî bûne 'pêşmerge' û li vir jî meaş distînin.

Tê gotin li pişt vî îşî malbata Fîrûzbeyoglu heye.