Li bajarê Mehabadê zêdeyî 10 kes hatin destgîrkirin

Hat ragihandin ku hêzên dewleta Îranê duh li bajarê Mehabadê zêdetirê 10 welatiyên Kurd destgîr kirin û agahî ji wan nayê girtin.

Rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku duh hêzên îstîxbaratê ya Îranê (Îttîlaat) li bajarê Mehabadê yê parêzgeha Ûrmiyê bêhtirê 10 welatiyên Kurd destgîr kirine.

Li gorî heman çavkaniyan navê 8 kes ji wan ên hatinî destgîrkirin wiha ne: Akam Serkanî, Muhemed Siyaqol, Şoreş Kuranî, Mixtar Nebî, Rehman Danzî, Mehmûd Yalaçakî, Celal Gamîşanî û Ferhad Rehîm Mela.

Her wiha ev pêkanîna hêzên dewleta Îranê wek pêleke berfireh a girtinê hatiye destnîşankirin û hate gotin ku bêyî destûra dadgehê û bêyî hêcet were nîşandan welatiyên Kurd hatine destgîrkirin û ev birine cihekî nediyar.

Di dawiyê de jî hate bibîrxistin ku heya niha ti agahî ji aqûbeta girtiyan nehatiyê girtin.