Li Bochumê civîna gel: Em ê têkoşînê bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut di civîna gel a li Bochumê de axivî û got: “Hevdîtina bi Rêber Apo re hat kirin, encama têkoşînê ye. Em têkoşînê bi azadiya Rêber apo tacîdar bikin.”

CIVÎNA GEL

Li bajarê Bachum ê Elmanyayê ji bo meş û mîtînga wê di 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin de, civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, siyasetmedar Îdrîs Baluken û bi sedan Kurdistanî beşdarî civînê bûn. Civînê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Der barê armanca civînê de Hevserokê FED-MED NRW Ahmed Kobanê axaftinek kir.

FELSEFEYA RÊBER APO JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN HÊVÎYEK E

Di civînê de Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut bal kişand ser pergala qirker û tecrîdê ya Îmraliyê ku Rêber Apo tê da dijî û wiha axivî: " Fikrên Rêbertî û têkoşîna gel a birêxistinkirî, tevî şert û mercên tecrîda Îmraliyê, îrade û berxwedanek derxist holê ku zext û komployên li dijî xwe pûç kirin. Felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêviyek e."

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Zumhurt der barê hevdîtina Rêber Apo ya bi malbata wî re jî wiha got: “Ev hevdîtin bi saya têkoşîn û berxwedana vî gelî çêbû. Loma divê em vê têkoşînê mezintir bikin û bi azadiya Rêbertî tacîdar bikin. Ji bo ku Rêbertî bikare di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke çalaktir bilîze û ji bo aşitiyê înîsiyatîfeke mezintir bigire azadiya wî gelek girîng e. Saziyên Ewropayê şirîkên vê polîtîkaya tecrîdê ne. Loma ji bo çareseriyê xwedî roleke mezin in. Meşa mezin a ku dê 16'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêbert Apo çalakiyeke giring e. Bi beşdariya vê yekê em dikarin berpirsiyariyên saziyên Ewropayê bi cih bînin."

Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî axivî û wiha got: “Di dîrokê de gelê Kurd ti carî bi qasî îro polîtîk û rêxistinkirî nebûye. Feraseta ku hewl dide bi polîtîkayên tasfiyeyê îradeya gelê Kurd bişkîne û komkujiyê bidomîne divê ji bîr neke ku ev hesab wê ji Amed, Ewropa û Dersimê vegere. Ne mimkin e ku îradeya gelê Kurd a sed salî bê şikandin.

Qedera gelên Rojhilata Navîn bi pergaleke sed salalane hatiye diyarkirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û pêvajoya Şerê Sar rû daye û di salên 90'î de ev pergal hatiye hejandin. Niha jî pêvajoyeke dînamîk a ku wekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ tê pênasekirin tê jiyîn. Li gel ku Rojhilata Navîn ji nû ve şikil digire, pergala berê ya bi darê zorê ne derbasdar e. Gelê Kurd ê ku ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar maye careke din li meydana dîrokê ye.”

Balûken anî ziman ku fikrên Rêber Apo ji bo bihevrejiyana gelên Rojhilata Navîn çareseriyekê pêşkêş dike û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan Tirkiye hişyar kir û got divê di pêvajoya çareseriyê de gavên giring bên avêtin. Birêz Abdullah Ocalan îhtîmala çaresernekirinê jî xal bi xal ji muxatabên xwe re rave kir. Dema ku maseya çareseriyê hat qelibandin me hemûyan dît ka çawa mekanîzmaya derbeyê ket dewrê. Wan siyaseta tasfiyekirinê tercîh kirin. Em ketin zindanan, em rastî zextan hatin, lê gelê Kurd dîsa li ser pêyan e û têkoşîna xwe didomîne.

Di demên dawî de nîqaşên nû hene. Bi daxuyaniyên Bahçelî û helwesta Erdogan nîqaşeke nû rû daye. Weke ku dixwazin bendewariyeke nû ji bo çareseriyê biafirînin û di vê naberê de hesabê başkirina rewşê tê kirin. Tevî tecrûbeyên me yên dema borî me dîsa bi caran anî ziman ku em ji bo aşitiyê amade ne. Heger bi rastî jî dixwazin pêvayoke bi vî awayî bidin destpêkirin divê bibînin ku hem tecrûbeyên demên nêzik hem jî hemû pêkhateyên siyaseta Kurd giringiyê didin rola sereke ya Birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê.

‘GELÊ KURD JI BO AZADIYÊ TEKOŞÎNÊ BÊYÎ NAVBER DIMEŞÎNE’

Ne mimkin e ku li aliyekê tecrîd bidome li aliyê din jî hevdîtinên aşitiyê bên kirin. Gelê me ev salek e ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji Amedê heta Ewropayê têkoşîneke bênavber dide. Di demek nêz de wekîlê me Omer Ocalan bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir. Ev hevdîtineke gelek giring e û gelê me jî pêvajoyê bi baldarî dişopîne. Lê Birêz Abdullah Ocalan diyar dike ku tecrîd hîn didome. Divê bizanin ku nikarin gelê Kurd bi van gavên serveyî bixapînin. Helbet hevdîtin girîng e û gelê me jî giringiyê dide vê yekê; ji ber ku tecrîdeke giran heye ku bi salan didome. Loma bi tecrîdê ne mimkin e ev pêvajo li ser bingeheke saxlem pêş bikeve."