Li Avaşînê gelek leşker hatin cezakirin

Li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê duh şerên mezin çêbû. Gerîlayan ji 4 aliyan ve çalakî lidarxistin û gelek leşkerên Tirk ceza kirin.

Li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê duh şerên mezin çêbû. Gerîlayan ji 4 aliyan ve çalakî lidarxistin û gelek leşkerên Tirk ceza kirin.

Hate diyarkirin li qada Werxelê ya Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê duh di navbera gerîlayan û artêşa Tirk a dagirker de şerên mezin çêbû.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên gerîlatan hate stendin di 16’ê Tîrmehê de di destê sibehê de gerîlan li qada Werxelê ya Avşaînê ji 4 aliyan ve li hêzên dagirker da. Di çalakiyan de bi dehan leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Hate diyarkirin dagirkeran di nava rojê de qad bomberdûman kirine û dagirkeran piştre bi helîkopterên leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Li gorî nûçeyên ji herêmê hatine stendin qereqolên li ser sînor qadê car caran bomberdûman dikin û balefir û helîkopter li ser qadê digerin.