Li Amedê zabiteyan zarokê ku karton kom dikir derb kirin

Li navçeya Sûr a Amedê zabiteyên girêdayî şaredariyê, ereboka zarokê ku karton kom dikir desteser kirin û li zarok dan.

Çend roj berê jî polîsan, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê gule bera zarokan berdabûn zarokan, hewildan ku ji bo tirsandinê zorokê astengdar destgîr bikin. Îro jî zabiteyan li navçeya Sur a Amedê ereboka zarokê ku karton kom dikir desteser kirin û li wî dan.

Kesên ku li derdor ji rewşê re bûyîn şahid, şîdeta zabiteyan bi telefonê tomar kir. Di wan dîmenên ku di tora civakî de hatî parvekirin, tê dîtin ku kesên li derdor hewl didin ku arîkarî bide zarokê li erdê dirêj kirî û dikuxe.

Li ser van dîmenan, bikarhênerên tora civakî bertek nîşanî rewşê dan.