Li Amedê xizmên girtiyan bang li Saziya Tipa Edlî kirin ku bi erka xwe rabe

Malbatên girtiyan ku li Amedê zêdeyî 200 roj in ji bo berdana girtiyên nexweş di Nobeta Edaletê de ne, bang li Saziya Tipa Edlî kirin ku bi erk û berpirsyarya xwe rabe.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê di roja 212'an de ye. Di çalakiyê de tê xwestin ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ne lê nayên berdan, tavilê bên berdan. Malbatên girtiyan îro ji bo nobetê li ber Saziya Tipa Edlî li hev civiyan.

Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî di dema çalakiyê de daxuyanî da û diyar kir ku dinyayê dengê wan bihîstiye, lê Saziya Tipa Edlî nabihîze.

Mervanî got, "Li hemberî girtiyên me hiqûqa dijminatiyê tê meşandin. Mafên jiyanê ji destê wan hatiye girtin. Mafê wan ê tedawîkirinê ji destê wan hatiye girtin. Lewma divê Saziya Tipa Edlî wezîfeya xwe bike. Divê bersivê bide me. Girtî di nava şert û mercên zehmet de têne tedawîkirin. Neçar in ku gelek dermanan bi pereyê xwe bikirin. Ji ber bihabûna dermên jî bi destê girtiyan nakeve û her roj pirsgirêkên tenduristiyê girantir dibe."