Li Amedê tevî mudaxeleya polîsan ji bo Guven çalakî hate kirin

Girseya ku Parlamenterên HDP’ê jî di nav de tevî astengiya polîsan jî li ber mala Leyla Guven kom bûn û piştgiriyê dan Guven.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 88 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Piştevaniya ji bo Guven û girtiyên din didome.

Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Kemal Pekoz, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin Guven li ber mala wê ya li taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê kom bûn. Polîsan komê dorpêç kir. Tevî hemû astengiya polîsan jî li ber malê kom bûn û Leyla Guven derket şaneşîna mala xwe û komê silav kir.

Polîsan bi mudaxelekirinê gefan li komê xwar. Tevî vê yekê jî komê dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kir û bi lêdana çepikan piştevaniya xwe dan nîşandan.

Di vê navberê de welatiyên derdorê jî bi çalakiya deng derxistinê piştgirî dan Leyla Guven.