Li Amedê tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin

HDP ji bo ku balê bikişîne ser grêven birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li zindanan li Parka Koşuyoluyê ya Amedê çalakiya rûniştinê kir.

Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku balê bikişîne ser grêvên birçîbûnê yên li zindanan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku li Amedê daxuyaniya çapemeniyêbide.

Li daxuyaniyê ya  li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya li Baxlarê wekîla HDP'ê Semra Guzel, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebrên HDP'ê, endam û rêveberên TUAY-DER'ê hazir bûn.

Polîsên Tirk beriya ku çalakger werin dora Bîrdariya Mafê Mirovan girtin û hewl dan ku nehêlin daxuyanî were dayin. Piştî ku komê lê rawestiye ku li ber bîrdariyê daxuyaniyê bide vê carê li têketa parkê polîsan ew dor pê çkirin, polîsan nehiştin kesên din tevlî çalakgeran bibin.

Piştî ku polîsan nehiştin daxuyanî were dayin komê çalakiya rûniştinê kir û bal kişande ser tecrîda li Imraliyê û grêvên birçîbûnê.

Piştî çalakiya rûnştinê gel li ber çepikan bi dirûşmeyan got, ''Bijî berxwedana zindanan.''