Li Amedê serdana gorên şehîdan hate kirin

Li Amedê beriya cejnê serdana gorên şehîdan hate kirin.

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) bi rasthatina Cejna Remezanê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. 

Heyetek ku ji rêveberên MEBYA-DER, HDP, DBP û gelek kesan pêk dihat çûn serdana Goristana Sîsê ya li navçeya Licê ya Amedê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên navçeyên Peyas, Farqîn, Çêrmûg, Hezro, Bismil û Çinarê jî beşdarî serdanê bûn. 

Ji ber ku leşkeran beriya goristanê gelek caran rûxandibû, hin malbatan gorên zarokên xwe nas nekirin. Malbatan kêlikên gorên zarokên xwe bi keys kirin û find pê xistin. Li goristanê ji bo bîranîna qurbaniyan rêz hat girtin. 

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku ji ber cejnê ew hatine serdana goristanê û got: “Gorên zarokên me jî hatine rûxandin. Ev yek viya nîşan dide ku ji miriyên me jî ditirsin. Yên ku qala misilmantiyê dikin radibin gorên Kurdan xera dikin. Dijmintiyê dikin. Em van kirinan şermezar dikin. Em cejna hemû malbatên xwe pîroz dikin.” 

Dêrsim Dag jî axivî û anî ziman ku yên qala dîn û îmanê û hiqûqê dikin lê li aliyê din gorên zarokên Kurdan hildweşînin û li dijî Kurdan dijminatiyê dikin. Dag destnîşan kir ku tehamula vê pergalê û îktidarê li hemberî mirî û gorên Kurdan jî nemaye û mînaka vê yekê jî bi dehan cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatin derxistin nîşan da. Dag bal kişand ser şerê li dijî axa Başûrê Kurdistanê û got “Êrişên li dijî nirx û gorên Kurdan tên kirin û  êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê tê kirin heman tişt in û ev êriş li dijî hemû Kurdan tên kirin.”

Şandeyek HDP’ê ku ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û rêveberên HDP’ê û malbatan pêk dihat jî xwestin biçin Goristana Gundê Pîrejmanê ya Pîranê û lê leşkeran pêşiya heyetê girtin û destûr nedan ku heyet derbasî goristanê bibe. Heyetê li serê vê yekê serdana gorên li navenda Pîranê kir. 

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylu di serdanê de axivî û got: “Nahêlin ku em serdana şehîdên xwe jî bikin. Em helwesta wan a qedexekar şermezar dikin. Em ê tu demê dest ji têkoşîn û cangoriyên xwe bernedin.” 

Parlamenter Îmam Taşçier jî diyar kir ku ew bi wesîleya cejnê hatine serdana goristanê û dê doza wan a Kurdistana azad û xwedî statû li erdê nemîne û heta ku Kurdistan azad bibe dê ev têkoşîn bidome.