Li Amedê şer û operasyon

Li navçeya Licê ya Amedê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şer qewimî.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî şer û operasyona li Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê têkildarî êrîşa hewayî ya 25’ê Mijdarê jî agahî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“30'ê Cotmehê li qada Goma Salih a Licê ya Amedê di navbeyna hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker de şer derket. Şer nêzî 2 saetan dom kir û di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin û gelek jê birîndar bûne. Hevalekî me yê ku li dijî dagikeran bi lehengî şer kirî heta bi guleya xwe ya dawî şer kirî, şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd piştre wê bir raya giştî re were parvekirin.

LI LICÊ ŞER Û OPERASYON

2'yê Mijdarê dîsa li qada Sîsê ya Licê artêşa TC'ê ya dagiker operasyonek daye destpêkirin. Bi şev û sibeha 3'yê Mijdarê dagirkerran bi balafirên şer û helîkoptêran qad dane ber bombeyan û leşker li qadê danîne. Eynî rojê nîvrokî di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer derketiye. Di şer de gelek leşker hatin kuştin û gelek jê birîndar bûne. Dema operasyonê hevalekî me yê ku bi lehengî şer kirî şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd piştre wê bi raya giştî re were parvekirin.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

25'ê Mijdarê balafirên şer ên TC'ê ya dagirker dora gundê Şêx ê herêma Garê ya Qadên Parastina Medyayê bombe kirin. Di encama bombekirinê de tiştek bi hêzên me nehatiye.