Li Amedê rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin

Li Amedê rojnameger Kadrî Esen û Alî Koçer jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de saetên serê sibê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes destgîr kirin. Hate hînbûn derbarê 57 kesan biryara destgîrkirinê hatiye dayîn.

Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê û rojnamevan Kadrî Esen, rojnamevan Alî Koçer jî hatine destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.