Li Amedê roja 233’emîn a Nobeta Edaletê

Malbatên girtiyan ên 233 roj in li Amedê Nobeta Edaletê digirin, banga têkoşîna hevpar li hemû malbatên girtiyan kirin.

Malbatên girtiyan ên li Amedê nobeta edaletê digirin, roja 233'an a nobetê li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin bal hev. Komeleya Yekîtî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Huqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxwariyan a Medê (MED TÛHAD FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxwarî (TÛAY-DER), Komeleya Huqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) piştgiriya çalakiya malbatan kirin.

Herdem Merwanî ya xizmek ji xizmên girtiyan, diyar kir ku heta pirsgirêk çareser bibin ew ê li çalakiya xwe dewam bikin û wiha got: "ATK’ê, mafê jiyanî û huqûqî û yê dermanbûyînê xistine nav dest û pêyan. Bes e ji derdê ATK’ê. Dengê me çû her kesê lê neçû ATK’ê."

Nazîme Boltan a malbata girtî jî diyar kir ku daxwaza wan berdana girtiyên nexweş û neşewitandina înfaza girtiyan e û bang li hemû malbatên girtiyan kir ku bi wan re bi pey mafê girtiyên xwe bikevin.